Pirtûkxaneya Roj

Pirtûkxaneya Roj

Share

Dema ku em pirtûkan belav dikin, em kêfxweşiyê belav dikin .

Photos from Pirtûkxaneya Roj's post 03/02/2024

📚Pirtûka " Gulokê "

✒️Nivîskar : Guy de Maupassant "
🖋️Wergrandin ji Freasiyê : " Ibrahîm Xelîl "

" Guy de Maupassant pêşewayê çîroka nû ye ; çîroka ku behsa jiyana kesên normal d**e . Anku ew kesên ku ne mîr ne jî wezîr in . Ew kesên jibîrkirî yên ku çerxa felekê ew avêtine qişle , nexweşxane , koxik , germî , kolan û qiraxên bajaran .

Em di vê pirtûkê da , deh çîrokên bijartî ji berhemên Guy de Maupassant dikine ristik û diyarî xwendevanê Kurd dikin .

Li pêşîya her çîrokekê me pênasîneka piçûk danîye ku ji xwîner ra bibe " çavkêşek " an kilîteka piçûk ku karibe pê dergehê çîrokê veke . "

Wêşanxaneya Şilêr .

25/01/2024

📚Pirtûka " Çîrok Bi Roj Nayên Gotin "

📌Pêşgotinê nivîskar :
" Min her şev çîrok ji berîkên bîra pîrka xwe didizîn û di nav rûpelên lênûsa xwe de vedişartin , ew çîrok li ser hev kom bûn , kom bûn heya bûn pirtûkek û niha di nav lepên we de ye .

Min çiqas hewl da wê xweşbûna çîrokê dema pîrka min digot bigihînim we ku hûn jî hinekî jê tam bikin min nikaribû , belkî xwendina van çîrokan jî bi we xweş were lê ez ji we venaşêrim gotinên ji devên pîr û kalên me derd**evin ji hêngivê şîrîntirin û pîr ji xwendina van çîrokan xweştirin . "

✒️Nivîskar : " Zîlan Hemo "
Wêşanxana Şilêr

21/01/2024

Maleke bê pirtûk📖
Mîna xaniyekî bê pencere ye .

17/01/2024

"Bawarî me d**e yek
zanîn me azad d**e. "

Want your establishment to be the top-listed Arts & Entertainment in Aleppo?
Click here to claim your Sponsored Listing.

Category

Website

Address


Aleppo